Kurdistan Center
for Democracy in the Middle East
Accueil En
Accueil Fra
Accueil Ku
accueilAr
Accueil En Accueil Fra Accueil Ku accueilAr
Khoyboun Flag
Home Page Accueil En Articles articles LangueArt
LangueArt archives
archives contact
contact titres livres
titres livres
About us
about us
www.kcdme.com
Beşko, Seyê Xelîl ê Dorî


Gundê Dore ketîye hindava gelîyek kûr. Li alyê bakur, çîyayê Şirîne li hembere. Li despêka sala 1975, nêzike pêncê mal têda di jîn. Pirranya karê gûndîyan cotkarî û xêwkirina bez bû. Havînan li ber germê û kemasya avê, gundî di bûn du çûn, yêk ji wan li gel zaroyan u kewte mer u biznan, di çûn zozana, sê mihên havînê di borandin, paşan di zivirîn ji bo aqar û leverên gunde. Çûn a dîn , li gund dima ji bo dirûna genme u dexle, gêre û çoxin kirina berhemê havînê.

Li miha Adarê, sala 1975an, serkirdên şorişê biryar da, çeka danên û bi helên ji bo Îranê. Gelê kurd u xaka Kurdistane hêştin, rrê vebu ku leşkire areba hemî xaka Kurdistane dagîrke. Xelkê ku man li ser gundan, ketin jêr rehma leşkirê Baasya.

Şevtarî, bayek sar di hat, stêrên asmane di biriskîn, ji dûr hew hewa seyan, dihat, û li nêzîk bangdana dikilan tat guhan, li nîva gund; mêr, jin, kal û zaro kom bûn. Rengê tazî û şînîyê perrî bû dîmenên gundya. Di pirsî, emê çî bikîn.?"Em bi mînîn li ser gundê xwe, li ber mal û malatê xwe, lê em nikarîn li jêr stemkarîya cendirmên ereb bi jîn." yêk ji wan go:
-Tê bîra we, cendirma çi bela bi ser me anîn, Hemo, Badîn, Simayl, li bîra weyê hon 12 salan qaçaxê dewletê bûn. Li gel hirç û heywanên kûvî dijîn. Jîyanek zelîl û tal. Em nikarîn carek dî wan derd û belayan bibînîn. Ku ew roj heren û ne ziviren.
Yek e dîn got:
- Jîyana me ya wî demî, jîyanek tal û bi derd u êş bû. Hêvî darim ji Êzdane mezin ku wan rojên reş ne zivirneve.
Yêke ji gundîyan :
- Bi salan heta me ev mer û bizn, çêl û ga peyda kirinê. Îro bi hezaran kewte me hene.
Yêdin:
- Renc û talya salane, heta rez û bîstanên me hatî ber; Hincir, hinar, sêv, xux, hermî, bîy, kirusk pirrin.
Yê din:
- Belê..., mezinên me helatin, hemî malê xwe bi utumbêlan derbazî sînor kir. em ji bi cih hêştîn.
Yêdin:
- Çûn, ne asane. Em  çewa bi zaroyên xwe, bi mal û malatê xwe bigihîn Îranê, rrêya heşt roj û heşt şevane. Zaru li dest me ne. Bîr û kal li dest me ne, jinên avis li dest me ne. Befr tijî rrê yê, deverên kûstanin, heta welax jî ne şên derbaz bin li egera befrê.! Me 15 roj li berin, paşan dema amnistî (afo) xelas dibe, bombaran wê dest pê bike. Qira me tînin. Di be em pêş kutaya vê mihe, ya Adarê derbazî sînor bibîn.
Bi têkrayî gundya got: "Emê kuçkin, bi çîn welatê xerîbîyê. Mal, malat, bez, mer, xanî, xaka şirîn em dest jê berdin û herîn. Dengê girîyê, ji bê çareyê bilind bû. Jinên pîr û dapîrên bê hêz giryan:
- Bo xatira xwede me bi cih ne hêlin, me li nav dujmina ne hêlin. Em bi pencan rrê ya xwe dikîn.

jin çûn kincirên xwe û nan hazir kin. Mêr çûn ser şaxê, hindava gelîyê kûr, agirên şivan li vir û li wir, li tarîtya şevê dîyar bûn. Bi dengek bilind gazî şivanên li hindur gelî kir:

- Ho... ho..ho...ho gelî şivana... hon hemî werin.. bezê xwe li cih bihêlin, emê kuç kin bo Îranê. Lez kin werin. Deng tijî gelî bû û li şaxan vedida.
Şivanan dil ne hêşt bezê xwe, seyên xwe û kerên xwe bi cih pêlin. Hêdî ..hedî kewtên xwe hajotin ji bo serê şaxan . Hatin alyê gund.
Spede hêj roj ne helatibû, hemî kum bûn. Deme zayîna bezê ye. Karên şîrxwur li dûv guwanên dayên xwe ne. Kale kala wane. Girya zaroyan, ya jinan tekhelî kale kala kar û bizinan bû.
Dapîr û jinên lawaz sûyarî hêstir û keran bûn û da rrê. Dayên zaroya, kincir û zaroyên xwe havêtin pişta xwe, ewan jî da rrê. Şivan pêş ku li gerûyê avabin, li pezên xwe nêrrîn û giryan, her wek zaroyên xwe bi cih hêştibin. Xelîl Dorî, çû alyê sey xwe Başkoy û gotê:
- Bi xatira te Beşko.
Xelîl kete rrê, Beşko li dû çû, li dora wî zivirî, wek ku bêje wî " Ne çe " Lê Xelil di girî û di çû. Se bê hêvî ma, paşda hat bo alyê peze. Xelîl û se lêk çûda bûn.
Dema ku ez û bavê xwe gihan gundê Dore, yêk mirov têda ne mabû, çul bû, te digo qay mirîyî. Xanyên vala. Bizn, mer û berx bi nav gund e werhatibûn. Dengek pirr xemgîn ji ajele di hat, te di go ewan hest kirîyê ku, xweyên wan çun u ew bi cih hêştine. Êdî gurên cîyay wê bên ewan bi xwên. Seyên şivana li dorê wan nobedarya xwe bi emekî di kir. Dema heywanan em dîtîn, bizn û kar hatin alyê me, wek bi bêjin: "Ji xatira Xwedey re me ne hêlin, me aza ne kin..guneha me çîye.!!!"
   Trajêdyêk samnak û bê hemta. Rundik li çavên me kom di bûn, me ne karî bu firmeskên xwe ragrîn. Bavê min gelek bi şewq û xûdûkî li Sertava di nêrrî, li qopê lêrebîrê, li çîyayê Şirînê, li aqarê gundê Bêdarûn, min hest kir ku, ewî, hizr kirîye ku êdî ew van deran carek dî na bîne. Wesa  dyar di kir ku ew xatra xwe dixwaze li beran, li keviran, li daran, li guristana. Dema em derbaz di çoyen, nêzîk guristaneke dibun, di got min, raweste, di hat xwar, li ser gurê Hemedokê Dori - Yêk ji hevalên wî - bi hurmet ewî ayet xwind û paşan rrê ya xwe domand. Li ser hemî guristana, yên li ser rreya me, di westa, xatra xwe ji mirîyan dixwast u paşan dida rrê.

Heşt roj û heşt şev borîn, heta tabûrên penabera gihan sînore Îranê, li jêr baranê, li ser befrê. Zaro li pişta dayên xwe, birsî, bi şev û roj rrê ve di çûn. Cendirmên ecema, penaber birin bo kampa Zêwe, li devera Mergever. Li wir ji bo nihan kirinê, bi hizaran xîvet hilda bûn.

Gelo li gundê Dore çi qewmî ?

Leşkire ereban hat li gel kirêgirtyên xwe, mer û malat kom kir, dana nav kamûna û bi talan bir. Seyên nobedar li wir mabûn, nobedarya kewtan di kir. Serbazên ereb hinikên xwe bi seyan dikir, bi klaşnîkofa gûlê berdidan seyan, di kûştin û di kenîn. Ewên mayî helatin û xwe veşartin nav şaxa û gelîya. Beşko, sey Xelile, ma li gelî, car caran di hat gund, gava ku kes ne didî, şunda di çû nav gelî.

Roj, heftî û mihe borîn, seyên bê xwedan çî bi kin? Beşko, seyê Xelile, bîrya xweyê xwe dikir. Sebra wî ni di hat, melûl û xembar û jar bi bû. Gelek caran di çû nav xanyê Xelîl, lê çi Xelîl li wir nemabûn. Paş şeş mihan, Başko zanî Xelîl çûyê rrêya çûn û ne hatê.

Lê çewa, paş şeş mihan xweyê xwe ve bîne ?. Ji kê bi pirse ?.
Li nav bera gunde Dore û kampa zewê sinorên Iraq û Îranê çespane.
Rrê dûre, heşt sev û heşt rojin.
Gelek çîya, dol, nihal, zûrgin.
Gund li ser rrêyê ne, seyên gundan wî di xwin.
Çewa kir Beşkoy ? . Em nizanîn. !

Li kampa Zewê, nîv şev borî bû, Xelil û zaroyên xwe xewti bûn, tiştekî dest li xîveta wan dan, wek tepeloka lê didan. Xeli hoşyar bû, bîst nirme nirmek tê, Xelîl derket ji xîvete, Beşkoy serê xwe nevî kir û hat bin pêy Xelil. Te di go di giryê ji xwedûkya. Başko bi Xelil şabu.   


1-Beşko, Seyê Xelîl ê Dorî
2-Ku Paşa nivist